24’ê Gulana 2014: Hewldana Serokên Şaredariyê ya jinan hat avakirin 2021-05-24 12:51:47     Di 24’ê Gulana 2014’an de li Amedê “Hevdîtina Serokên Şaredariyên Jin a ji Mêj ve Heta Niha” ya 3’yemîn a Tirkiyeyê pêk hat û di hevdîtinê de biryara “Hewldana Serokên Şaredariyê ya jinan” hat girtin.   Di hevdîtina ku nîqaşên kûr, danûstendinên serpêhatî û danasîn hatin kirin de şaredar û hevşaredarên berê û yên nû yên him ji Tirkiyeyê him jî ji herêmê hatin ba hev. Encamnameya hevdîtinê  ji hêla serokên şaredarên jin ve hat nivîsandin û di dawiya hevdîtinê de Serokê Şaredariya Nisêbînê ya kevin Ayşe Gokkan encamname xwend. Li gorî encamnameyê jinan di hevdîtinê de biryarên girîng girtin.     Di dîrokê de hin geşedanên qewimîne wiha ne:   2015: Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku bajarê dîrokî û kevnar ê Palmîrayê dagir kiribûn 400 jin û zarok qetil kirine.   2016: Jinan li Enqereyê li dijî rapora Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê ya di pêvajoya hevberdanê de mafê jinan ji wan distîne û mijara zarokên ku dikarin bi tecawizkarên wan re bên zewicandin êrenî didît tê de cih digirt, çalakî pêk anîn.   2019: 12 jinên Aktivîst ên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endam û rêvebirên Komeleya Jinan a Rosayê yên di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 22’yê Gulana 2019’an de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.