10'ê Gulana 1908'an: Cara yekem Roja Dayikan hat pîrozkirin 2021-05-10 09:07:46   Li cîhanê cara yekem Roja Dayikan hat pîrozkirin. Aktîvîsta aştiyê Ann Jarvis, di şerê navxweyî ya Amerîkayê de ji bo birîndarên herdû aliyan dixebitî. Ann, di sala 1905’an de jiyana xwe ji dest da. Keça wê her sal Annayê bi bîr dianî. Di sala 1908'an de bir anîn bi giştî bû.    1860: Li New Yorkê bi tevlîbûna 800 jinan 10'emîn Konferansa Jinan a Neteweyî hat lidarxistin.    1872: Sufrajet, siyasetmedar, nivîskar, rojnamger, edîtora femînist Victoria Wooddhul ji Partiya Mafên Wekhev de namzetiya xwe ya serokatiya Amerîkayê îlan kir. Cara yekem jinek ji bo serokatiyê namzetiya xwe îlan kir.    1897: Psîkanalîst Margaret Mahler a Macar îro hat dinê. Margaret di hêla psîkolojiyan zarokan de gelek lêkolîn pêk anî. Bi lêlokînên xwe li cîhanê navdar bû.    1908:  Karkerên jin ên bendikan li Bursayê dest bi grevê kirin. Jinan di dema Osmaniyan de li dijî heqdesta kêm û seatên kar li ber xwe dan.    1944: Oyinkansola Abayomî ya Nîjeryayî li mala xwe bi 12 jinan re civînek li dar xist û Partiya Jinan a Nîjeryayê avakir. Oyinkansola li Londonê perwerde dît û piştî ku vegeriya Nîjeryayê bi Komeleya Rêber a Jinan a Nîjeryayî re têkilî danî. Ji bo perwerdeya jin û zarok xebitî. Cara yekem li Nîjeryayê jinek bû ajokar.    2015: Di Komxebata Azadiya Jinan a Pêvajoya Muzakere û Çareseriya Demokratîk de, jin biryar dan ku xebatên xwe di Meclîsa Azadiya Jinan de bidomînin. Di komxebatê de jinan li ser rê û rêbazên xebatê rawestiyan.   2019: Yekitiya Jinên Ciwan, bi tevlîbûna jinên ciwan ên li Efrîn û Halebê li Wargeha Serdem a Şehbayê komcivîna xwe li dar xist. Nêzî 200 jin tevlî komcivînê bûn.