8’ê Gulana 1865: Nexweşxaneya jin bikaribin lê perwerdehiyê bibînin vebû 2021-05-08 11:36:18   Mary Harris Thompson a yek ji wan jinên ku perwerdahiya tibbî dîtibû, ji bo bixebite serî li nexweşxaneyên li Chicagoyê da. Lê nexweşxaneyan bersiva nêyînî dan Mary Harrisê. Li hemî nexweşxaneyan bijîşkên jin nedidan xebitandin û hinek nexweşxaneyan jî nexweşên jin qebûl nedikirin. Li ser vê yekê Mary Harris Thompson bi alîkarîya jinên dewlemend, ji bo lênihêrîna jin û zarokan û her wiha ji bo perwerdehiya klînîkî bidin bijîşkên jin, dest bi damezrandina nexweşxaneyekê kir. Nexweşxane hat damezrandin û di 8’ê Galana 1865’an de hat vekirin. Hemî bijîşkên di nexweşxaneyê de dixebitîn jin bûn û komîteya rêveberiyê ji jinan pêk dihat. Di 1895’an de piştî Mary Thampson jiyana xwe ji dest da navê wê dan nexweşxaneyê.   Di dîrokê de hin geşedanên îro qewimîne wiha ne:   2015: Li Êlihê KJA’yê ji bo Ferînaz Xosrawanî (26) ya li Mahabadê hatibû iddiakirin dema ku li otelêkê dixebitî Endamên Yekineya Îstixbarata Îranê destdirêjî lê kiribûn, li dijî destdirêjiyê xwe ji qata çaremîn a otêlê avêt û dawî li jiyana xwe anîbû çalakî pêk anî. Her wiha li bajarê Silêmaniyê jî, bi tevlîbûna rêxistinên jinan, nûnerên partiyan û nûnerên saziyên civakî yên sivîl ji bo Ferînazê çalaki pêk hat.    2016:Ji hêla Meclîsa Jinan a Meclîsa Bajêr, li dijî tecawizê û ji bo parastina Heskîfê kursî hat danîn.   2019: Dayikên zarokên wan di girtîgehan de, ji bo balê bikişînin ser grêvên birçîbûnê yên li dijî tecrîda Îmraliyê hatibû destpêrikin, li ber deriyê Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya nobetê dan destpêkirin û zincîra ji mirovan pêk anîn.