2'yê Gulana 2007: Jinên ku gotin 'Em li dijî Darbeyê ne' derketin qadan 2021-05-02 11:59:16     Jinên ku gotin "Em li dijî darbeyê ne", di 2'yê Gulana 2007'an de li Taksîmê derketin qadan. Hêza Çekdar a Tirk di 27'ê Nîsana 2017'an de ji ber hilbijartina Serok komariyê saet di 23.00 an de bi rêya înternetê daxuyaniyek da û ev daxuyanî wekî muhtira hatibû pênasekirin. Jin jî ji bo bibêjin ew li dijî darbe û mutirayan e  di 2'yê Gulana 2017'an de da daketin qadan û çalakî li dar xisitn.     Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de pêk hatin wiha ne:   1952: Perwerdekara Bulgaristanî, wergervan, rojnameger û aktîvîsta mafên jinan Kîna Konova jiyana xwe ji dest da. Kîna ji bo mafê perwerdê yê jinan û mafên jinên perwerdekar xebatên girîng dane meşandin. Herwiha Kîna yek ji damîzrînera Yekitiya Jinan a Bulgaristanê ku ji 27 rêxisitnên jinan pêk dihat bû.     2003: Piştî ku Nîjeryayê daxuyand wê Amîna Lawalê di 3'yê Tîrmehê de bi rêya recimkirinê bikuje, Rêxistina Efuyê ya Naveneteweyî ji bo ku Amîna rizgar bibe kampanya da destpêkirin. Amîna ji ber ku di serdema hevberdanê di 22'yê Nîsana 2002'yan de zarok anîbû dinê cezayê kuştinê lê hatibû birîn. Ji ber ku kesê bavê zarokê Amîna derewkar derxistibû û di dadgehê de kesekî ew neparastibû ev ceza lê hatibû birîn.  Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî ku kampanya da destpêkirin bang li tevahiya cîhanê kir ku tevli kampanyayê bibin. Bi vê kampanyayê re Amîna hat beraetkirin û ji kuştinê rizgar bû.    2016: Karsaza Emerîkî, çalakvana siyasî Afenî Shakur Davîs jiyana xwe ji dest da.  Afenî di 1960 de ket girtîgehê û ji gelek dozên ku di hat darizandin parastina xwe bi xwe kir.    2019: Rêveberiya Jin a Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  bi dirûşa "Azadiya jinê bingeha demokrasî û û ruhê guhertinê ye" 1'emîn kongreya xwe pêk anî.  Di kongreya ku li navenda bajarê Reqayê li Eywana Tacê hat lidarxisitn de gelek jin ji bajêr, navçe û gundên derdorê bi kincên xwe yên kurdî tevli bûn. Di kongreyê de biryarên girîng hatin girtin û 7 kes jî ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.