28'ê Nîsana 2013'an: Abdullah Ocalan ji kongreya jinê re peyam şand 2021-04-28 10:22:42   DI DÎROKÊ DE ÎRO     Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2013'an de ji 2'yemîn Kongreya Giştî ya Awarte ya Meclîsa Jinê ya BDP'ê re peyam şand. Rêberê PKK'ê diyar kir ku jin temînata demkrasîbûn û mafê mirovan ava dike.    Di 2013'an de 2'yemîn Kongreya Giştî ya Awarte ya Meclîsa Jinê ya BDP'ê li Eywana Werzîşê ya Kişlali ya Ahmet Taner hat lidarxistin. Ji bakur û tirkiyeyê nêzî 10 heza jin bi dirûşma "Jina bi rêxistin rizgariya demokrastîk, jiyana azad" beşdarî kongreyê bûn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2013'an de ji 2'yemîn Kongreya Giştî ya Awarte ya Meclîsa Jinê ya BDP'ê re peyam şand. Rêberê PKK'ê diyar kir ku jin temînata demkrasîbûn û mafê mirovan ava dike.    Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1913: Cemiyeta Teali-i Nisvan bi navê xwe yê dinê "Komeleya Bilindkirina Rewşa Jinê" hat avakirin. Ev wekî rêxistina femînîst a yekem ku li Tirkiyeyê ketiye bin qeydan tê bîranîn.    1993: Weqfa Jinê Ms. Foundation for Women li Dewleta Emerîqayê ya Yekbûyî bi dirûşma "Keçên Me Bibin Kar" bername da destpêkirin.    2009: Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê bertek nîşanî deşîfrebûna mala stargehê ya şaredariyê dan.    2018: Jinên KESK, DISK, TTB û TMMOB’yê hempîşeyên xwe yên di komkujiya 1'ê Gulana 1977'an de jiyana xwe ji dest dan bi meşa li Kaşê Kazanci yê Konsolosiya Fransizî li dar xistin, bi bîr anîn. Jinan dan zanîn ku ew ê rê nedin mêtingeriya ser jinê ya bi iktidara AKP'ê kûr bûye.