14'ê Nîsanê: Roja Bîranîna Komkujiya Enfalê 2021-04-14 09:50:08   Li Herêma Federe ya Kurdistanê di navbera 1986/1989'an de ji aliyê Rejîma BAAS'ê ya Iraqê ve komkujiyeke mezin li ser kurdan hat kirin. Navê vê komkujiyê jî kirin Enfal. Enfal bi erebî wekî xenîmet tê binavkirin.    1935: Matematîkvan Emmy Noether jiyana xwe ji dest da. Ji ber jin bû bi gelek astengiyan rû bi rû hatiye hiştin. Lê belê ew ket nava matematîkvanên herî baş ên  cîhanê.    1986/1989: Li Herêma Federe ya Kurdistanê di navbera 1986/1989'an de ji aliyê Rejîma BAAS'ê ya Iraqê ve komkujiyeke mezin li ser kurdan hat kirin. Navê vê komkujiyê jî kirin Enfal. Enfal bi erebî wekî xenîmet tê binavkirin. Di vê komkujiya li dijî mirovatiyê pêk hat de ciwan, jin, zarok, yextiyar dora 200 hezar kurd hatin qetilkirin. 4 hezar û 500 gund hat hilweşandin û şewitandin. Ji milyonekê zêdetir mirov bûn koçber. Dibistan, camî û nexweşxane hatin şewitandin. Di vê komkujiyê de bombe, çekên kîmyewî jî hatin bikaranîn. Di 1'ê Adara 2010'î de Dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê Komkujiya Helebceyê wekî jenosîd qebûl kir lê belê hemû berpirs nehatin cezakirin. Ev li Parlamentoyên wekî Îngilistan, Swêd û Norveçê jî wekî 'Jenosîda li dijî kurdan" hat pênasekirin. Lê belê hêzên navneteweyî yên sûcên wan jî di vê komkujiyê de hene bi gunehên xwe nehatin rû hev.    1990:Pirtûkxaneya yekem û navenda agahiyê ya yekem a Tirkiyeyê vebû.    2006: Navenda Jinê 21 ya Rojeva Herêmî ya Amedê anketa li ser "Bandora Koçberiyê ya li ser Jinan" eşkere kir.    2006: Di çarçoveya çalakiyên Mîhrîcana Filîman a Stenbolê ya Navneteweyî de gotibêja bi serenavê "Jin, Tundî û Sînema" hat kirin.    2009: Di operasyonên di bin navê KCK'ê  de hatin kirin de 22 endamên Tevgera Jina Azad hatin girtin. Piştre nêzî 100 endamên DOKH'ê hatin girtin. Jinan ji bo piştevaniyê platform ava kirin.