11'ê Nîsana 1869: Kasturba Gandhî ji dayik bû 2021-04-11 12:44:50   Yek ji pêşengên bê îteatiya sîvîl a Hindistanê ya li dijî dagirkeriya Inqilîzan Katurba Gandhî ji dayik bû.   1869: Siyasetmedara Hindistanî Kasturba Gandhî ji dayik bû. Kastuba li dijî dagirkeriya Ingilîzan yek ji sebolên berxedana jinên Hindistanî ye. Kasturba di 14 saliya xwe de bi Mohanas re tê zewicandin. Di demên  pêş de Mohandas dibe pêşengê Hindistanê yê evsanewî Mahatma. Lê Kasturba di bin siya Mahatma de namîne û bi hev re li dijî neheqiya ku li Başûrê Afrîkayê li hindûyên koçber tê kirin têkoşînê didin û di encamê de tên girtin. Mahatma û Kasturba piştî 1916'an jî bê îtaetiya sivîl rêxistin dikin. Kasturba Gandhî di meha sibata 1944'an de di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.   Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1930: Ji bo ku jin mafê xwe yê tevlibûna hilbijartinên şaredariyan bi dest bixin li Sultanahmet a Stenbolê jinan mîtîng li dar xist û di 1030'î de bi qebûlkirina qanûna şaredariyan jinan mafê bijartin û hilbijartinê bi dest xist.   1980: Li DYA'yê Komîsyona Firsenda Îstîhdama Wekhev (EEOC) îlan kir ku destdirêjiya zayendî êrîşeke zayendî û newkheviya zayenda ye.    2003: Li Grava Korsîkayê ku girêdayî Fransayê ye di hilbijartinan de qanûna wekheviyê hat qebûlkirin.   2013: Saziyên jin, LGBTÎ, ked û pişeyî Platforma Kreş Maf e ava kirin.   2016:  Li Herêma Federal a Kurdistanê Tevgera Keçên Ciwanên Welatparêz li Zanîngeha Kerkûkê li Fakulteya Tipê bi semînereke ku dan, tundiya ku li herêmê li jinan tê kirin niqaş kirin.   2016:Jinên Elewî, li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, di çarçoveya projeya "Jin hêzê didin demokrasiyê" li Navenda UTAMARA a Hevdîtina jinan hatin gel hev.    2019: Li Sudanê bi çalakiyên ku piraniya wan jin bûn, serdema Omer el-Beîrî ya dîktatoriya 30 salî hat bidawîkirin.