9'ê Nîsana 2019: Dayikan li ber Gırtigeha Gebzeyê dest bi çalakiya nobatê kir 2021-04-09 11:04:34   Dayikên girtiyan ji bo daxwazên zarokên wan ên tevli greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD'ê ya demê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan hat destpêkirin bûn, bên qebûlkirin li ber Girtîgeha Gebzeyê dest bi çalakiya nobetê kirin.    Hin bûyerên girîn di dîrokê de ku îro pêk hatıne wiha ne:   1848: Yek ji sembolên tevgera jinan a Elman perwerdekar û aktîvîsta mafên jinan Helene Lange hat dinê. Helene 1890'i de Komeleya Mamosteyên Elman damezrand ü bı vê hewldana wê di 1896'an de cara yekê li Berlînê 6 jinan perwerdeya xwe qedandin.    1985:Lîstikvan û têkoşerên parastina mafên jinan a Tirkiyeyî Şaziye Moral jiyana xwe ji dest da. Şaziye cara yekê di demeke ku derketina ser dikê li jinan qedexebû derket ser dikê û di dema ku dilist ji ser dikê tê daxistin û tê girtin.    2016: Li Spanyayê bi hezaran jin tevli meşa bi dûşma "Em ê bersivê bidin tundiya hûn dikin"  bûn.  Ji 250 zêdetir rêxistinên jinan jî piştgirî dan meşa hat lidarxistin.