7'ê Nîsana 1899'an: Nivîskar û dîplomat Gabriela Mistral hat dinê 2021-04-07 10:42:53   Di 7'ê Nîsana 1899'an de Gabriela Mistral hat dinê û di sala 1945’an de di beşa wêjeyê de Xelata Nobelê girt. Gabriela jina 5'emîn a Latîn Amerîkayê bû ku Xelata Nobelê girt. Her wiha li cîhanê dîplomatek xurt bû. Di dema xwe de bi nêrîna femînistî gelek nivîs nivîsand. Di sala 1923'yan de bi navê "Ji bo jinan axaftin" nivîsek nivîsand û ji bo Şoreşa Meksîkayê bû bingehek. Li dijî neheqiya li hemberî Pablo Neruda yê derket û bû hedefa hikûmetê. Ji ber vê sedemê neçar ma ku li derveyî welatê xwe bijî.    1803: Nivîskar, parêzvana mafên jinan, damezrênera femînizma modern û sosyalîsta Fransî Flora Tristan hat dinê.    1872: Parêzvana mafên karkeran, têkoşera mafê kontrola zayinînê û berxwedêra mafên bikaranîna deng dayînê ya jinan Marie Equi hat dinê.    2006: Di 25'emîn Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya Navnteweyî de pêşengeha wêneyên lîstîkvanên jin ên sînemayê hat vekirin. Wêneyên 21 lîstîkvanên jin hatin pêşandan.