1'ê Nîsana 1949: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji dayik bû 2021-04-04 09:09:51   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 4'ê Nîsana1949'ê de îro li li Gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê hatiye dinê. Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'ê de bi komployeke navnetweyî anîn Tirkiyeyê û 22 sal e di bin tecrîdeke giran de li Grava Îmraliyê tê girtin.    Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:   1785:  Bettîna von Arnîm ku weke Elîsabeth CatharînaLundvîca Magdalena Braentano hat dinê, nivîskar û romannuseke Alman bû.  Bettîna Brentano, nivîskar, weşanger, stranbêj û hunermendeke zîrek bû.   1802: Dorothea Lynde Dîx, di 4'!ê Nîsana 1802'yan de hat dinê. Dorothea jina ku cara yekê pêşniyar kiriye bila nexweşxanyên ji bo dermankirina aqil bên avakirin û parêzereke ku li ser navê kesên nexweşê aqil ên xizan kar kiriye ye.   1913: Li Tirkiyeyê Kovara Kadinlar Dunyasi (Cîhana Jinan) ku di 4'ê Nîsanê de dest bi weşana wê hat kirin û 100 hejmarên wê yên ewil  rojane hatin weşandin.    1928: Helbestkar, nivîskar û aktîvîsta mafên sivîlan Maya Angelaou, berî bi 93  salan îro hat dinê. Maya xwediya ji 50 zêdetir xelatan e.  Maya, di 28'ê Gulana 2014'an de jiyana xwe ji dest da.