13'yê Adara 1908'an: Li Uşakê greva mezin 2021-03-13 10:47:30     Di sala 1838'an de di navbera Împaratoriya Osmanî û Îngilistanê de Peymana Baltalimani hat îmzekirin, di sala 1839'an de bi Rêformên Tanzimatê Osmanî bingeha qanûnî ya bazirganiya serbixe hat avakirin. Bi hilberîna makîneyan û êdî teknolojî pêşket. Çawa li Ewropa û Îngilistanê grev destpêkirin li Împaratoriya Osmaniyan de jî grevên karkeran a li dijî pêşketina makîneyan destpêkir. Karker ji ber tirsa ji kar dûrxistinê neçar diman ku zêde bixebitin û kêm mûçe bigirin. Karker li dijî wê yekê û zêdebûna makîneyan dest bi berxwedanê kirin.    Cara yekem di sala 1839'an de li bajarê Slivenê di fabrîqeya Dobri Jaleskovê karkerên jin li dijî makîneyên ku dê bibe sedema ji karderxistina wan serî rakirin. Çalakiya herî mezin li Uşakê di 13'yê Adara 1908'an de pêk hat. Ji gund û navenda Uşakê zedeyî jin û zarok bi tevahî hezar û 500 kes li Bazara Ta Uşakê kom bûn çalakî li dar xistin. Jin makîneyên ta tehrîp kirin û fabrîqayê şewidandin. 14 kes hatin girtin û ji bo ew serbest bên berdan bi rojan çalakî hatin lidarxistin. Ji ber serhildana ku pêk hatî qeymeqamê Uşakê ji kar hat dûrxistin.