9'ê Adara 1952:Alexandra Kollontaî jiyana xwe ji dest da 2021-03-09 15:14:20   Yek ji pêşengên şoreşa Sovyetê ku zêde nayê nasîn Aleksandra Kollontaî, ku nêrînên wê yên di warê zewac, evîn, pirsgirêkên jinan de ji aliyê serkokê Sovyetê ve zêde radîkal hatin dîtin û herî zêde têkoşîna xwe piştî şoreşê li dijî kesên şoreşa jinê qebûl nedikirin da.   Alexsandra Kollontaî jina yekem a Bolşevîk komîsera gel (wezîr), jina yekem a sefîr ku nêrîna xwe ya di warê azadiya zayendî de li partiya xwe bê şik diparast bû. Alexsandra jineke şoreşger, propagandîst, feminist, wêjekar û muxalîf bû. Aleksandra ya di 31'ê Adara 1872'yan de ji dayik bû di 9'ê Adara 1952'yan de çavê xwe li jiyanê girt.    Aleksandra bi gotina xwe ya, "Ger ku ji min bihata pirsîn dema te ya jiyanê ya herî bi wate kîjane, bêyî ku bifirim dikarim bersîv bidim:  Dema ku Îqtîdara Sovyetê hatiye ser kar e" jî tê nasîn.   Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:   1994: Jinên feminîst ên ku hatin gel hev kampanya, "Dest nede hevala min" dan destpêkirin. Kampanya îlaneke rojnameyê ya ku 104 jinan îmze kiribû hat destpêkirin.     2018: Koma Helwêst ku ji nivîskara û rojnamegeran pêk tê, duh di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de xelata rêzdariyê da JIN TV ku televîzyona jinê ye.    2019: Çalakiya  132 kedkarên Flormarê ku li ber fabrîkaya li Gebzeyê li dar xistin piştî 297 rojan piştî ku daxwazên wan hatin qebûlkirin serkeftî bi dawî bû.