6'ê Adara 2004'an: Çalakiya 'Ne goristan stargehan dixwazin' 2021-03-06 11:46:28   Guldunya Toren bi tecawizê re rûbirû mabû û ducanî mabû. Guldunya bi biryara malbata xwe hat kuştin. Guldunya li Goristana Zincîrlikuyu ya Stenbolê bi tevbîbûna gelek jinan hat defînkirin. Jinan li goristanê pankart û dowîzên  “Ne goristan stargehan dixwazin" vekirin.    1806: Elizabeth Barrett Browning di 6’ê adarê de li Kelloe ya Qiraliyeta Yekbûyî ya Emerîkayê hat dinê. Di pêvajoya Victoria de yek ji helbestvanên herî serkeftî bi nav û deng bûye. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide hevjînê wê Robert Browning kolesyonek a ji helbestên wê yên dawiyê pêk dihat weşand.    2016: Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavuzel di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin. Dayika wî Hanim Yavuzel îro çû cihê ku Mehmet hatî kuştin. Hanim hemû dîwarên jêrzemînê hembêz kir û got: "Dewlet îro di bin jêrzemînê de ma'    2020: Li ser dîwarên Ofîsa Yekitiya Neteweyî ya Cenevreyê "Jin jiyan azadî" hat nivîsin.    2015: 4’emîn Meşa Jinên Cîhanê ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dest pê kir. Bi pêşengiya KJA yê bernameyek baş ji bo meşê hat danîn û ji gelek welatên cîhanê hejmarek zêde jin tevlî meşê bûn.