4'ê Adara 1994'an: Belgenameya Tevgera Femînist hat pêşandan 2021-03-04 12:03:38     Belgenameyên tevgera Femînist a salên 1980'î ya ku ji hêla Stella Ovadiayê ve hatî amade kirin di 4-29'ê adara 1994'an de li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan de hat pêşandan.    1932: Miriam Makeba, li bajarê Johannesburgê di 4'ê adara 1932'yan de hat dinê. Afrîkaya Başûr parêzvaniya mafên mirovan dikir û wisa jî dihat nasîn. Ji bo piştgiriyê di belgefîlma Mandelayê de lîst. Ji ber fikrên xwe di sala 1960'an de pasaporta wê hat betalkirin û ji hemwelatiyê hat derxistin. Piştî 30 sal şûnde vegeriya welatê xwe.    1943: Marianne Joachim, di fabrîqa Alfred Teves a li Wittenau ya Berlînê weke kole dixebitî. Di nava xebatê de bi hevjînê xwe re tevlî nava koma Baumê ya li hemberî faşîzmê bûn. Ji çalakiyekê berpirs hat girtin û tevî 8 endamên Baumê 4’ê adara 1943’an li Plotzensee ya Berlînê hatin darvekirin.   1994: Belgenameyên Tevgera Femînist a salên 1980'î ya ku ji hêla Stella Ovadiayê ve hatî amade kirin di 4-29'ê adara 1994'an de li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan de hat pêşandan.    2015: Çalakiya ku ji bo Meşa Jinan a Cîhanê ya 4'emîn Çalakiya Navneteweyî di 6-7'ê adarê li Nisêbîna Mêrdînê bihata kirin, ji ber ku vîzeya Koordînatora Mozambiyî Graça Samo ji hêla Tirkiyeyê ve hat red kirin pêk nehat. Jinan bertek nîşanî wê yekê dan.