1'ê Adarê 2004: Guldunya Tore hat qetilkirin 2021-03-01 10:33:14     Guldunya Tore ya ku li Norşîna Bedlîsê ji dayik bû, xizmê wê Servet Taş tecawizî wê kir. Li ser zextên malbatê Guldunya mecbûr ma ku bibêje tecawizî wê hatiye kirin. Piştî ku bûyer derket holê malbatê xwestibû ku Guldunyayê bi kesê tecawizî wê kir re bizwicîne lê wê ev qebûl nekir û reviya çû Stenbolê. Guldunya li Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoya Stenbolê ku lê tedawî dibû ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin.   Hin bûyerên girîng ku îro qewimîne wiha ne:   1692: Daneşîna doza Salem ku gelekên wan jin jê dihatin darizandin di 1'ê Adara 1692'yan de dest pê kir.    2015: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê DBP'ê Konferansa 1'emîn a Jinên Ciwan li dar xist.   2019: Gelek jinên ku hatin gel hev û navê "Jinên ku piştevaniya Leylayê dikin" li xwe kirin, bi daxwaza ku tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin îmzeyên ku ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven kom kirin li Otela Hîll bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin.    2020: Meclisa Jinan a HDK'ê ya Muglayê  li panela bi navê "Di girtîgehê de jin" li dar xist.  Di panelê de ji bo ku pirsgirêkên jinên girtî bên çareserkirin "Tora jinan" hat avakirin û peyama Gulstan Kişanak a ji bo 8'ê Adarê ku got "Bimeşin û dansê bikin" hat ragihandin.