27'ê Sibata 2015'an: Ji Dayikên Şemiyê Kîraz Şahîn jiyana xwe ji dest da 2021-02-27 10:28:08   Dayika Şemiyê Kîraz Şahîn dema li Şaredariya Beyogluyê dixebitî di 18'ê Çileya 1996'an de hevjînê wê Îsmaîl Şahîn tê windakirin. Ji wê rojê şûnde Kîrazê têkoşîna xwe ya edaletê da. Kîraza dev ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda di 27'ê Sibata 2015'an de ji ber pençeşêra made koça xwe ya dawî kir. Cenazeyê Kîrazê li memleketê wê Hubyara Navçeya Almusa Tokatê hat definkirin.    Hinek bûyerên girîng ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:   1859:Femînîsta ji Avûstûryayê  Bertha Pappenheim (Anna O.) ji dayik bû.    2015:Platforma Kedê ya Jinê, li dijî pêşnûmeya di çarçoveya Bernameya Parastina Serjimara Dînamîk û Malbatê de sewqî meclîsê hat kirin, ji bo bisekine û daxwazên xwe biqêrin meş li dar xist.