13'ê Sibata 1967'an: Helbestkar Furux Ferruhzad jiyana xwe ji dest da 2021-02-13 11:41:52   Helbestkar Furux Ferruhzad di 5'ê Çileya 1935'an de li Tehranê ji dayik bû. Furux hîn di 16 saliya xwe de dilê wê dikeve Perviz Şapûr ê di qada hunerê de nav dar e û bi temenekî mezin ji Furuxê mezintir e. Tevî dijderketina malbatê jî dîsa dizewicin.    Salekê piştî zewaca wan di 1952'yan de lawê wan Kamyar ji dayik dibe. Piştî zarok çêdibe ew hevjînê xwe li hev nakin û dev ji hevdu berdidin. Furuxê bi 'bêîffetiyê' tê sûcdarkirin û ji welayeta zarok bêpar tê hiştin. Li gor hinek jêderkan jî tê gotin lawê xwe yê ji aliyê bavê xwe ve hatiye mezinkirin qet nedîtiye.    Pirtûka helbestê ya yekem a Furux Furuzad a bi anavê Hêsîr di 1955'an de tê weşandin. Di heman salê de bi teşhîsa depresyonê li klînîkeke psîkîyatriyê radizê û tedawiyê dibîne. Piştre derdikeve gera li Ewropayê ya ew ê 9 mehan bidome. Di 1956'an de pirtûka wê ya duyem a Dîwar û di 1958'an de jî pirtûka wê ya bi navê Raperîn tê çapkirin.    Di 1959'an de Furuxê li şîrketa filîman a bi navê Gulîstanê dixebite û wê fersendê dibîne ku afirîneriya xwe di vê qadê de jî bi kar bîne. Lîstikvanî, senaristî, kameramantî, alîkartiya derhêneriyê, edîtrotiya film dike. Tecrubeya wê ya yekem belgefilmê bi navê Agirek di Mîhrîcana Belgefilm a Îtalyayê de xelata yekem digire. Fîlmê wê yê bi navê Mala Reş di 1962'yan de tê kêşandin û di Mîhrîcana Fîlman a Ober Havzen de xelata filmên herî baş digire. Filmê Mala Reş jiyana li Mala Cuzamiyan a Tebrizê rave dike. Di dema kêşana film de Huseyinê 6 salî ku nas dike ji xwe re xwedî dike. Di 1962'yan de UNESCO ji bo Furuxê belgefilmeke ji 35 deqeyan pêk tê amade dike. Di heman salê de Bernardo Bertolucci diçe Îranê û pê re hevdîtinê dike û di derbarê wê de filmê ji 15 deqeyan pêk tê çêdike. Di 1964'an de pirtûkek nû ya helbetê çap dike. Ev pirtûka ya bi navê Zayineke bi Hawekî din wergera wê ya bi zimanê tirkî jî tê kirin. Ev berhem di wafa helbeta Furuxê de wekî  berhema herî serkeftî tê qebûlkirin.    Furux ji xeynî helbest û sînemayê bi şano û wêneyan jî mijûl dibe. Di wêneyên xwe de rengan bi hostetî bi kar tîne. Lîstikeke Bernard Shaw werdigerîne Farisî. Her wiha di lîstika Şeş Heb li Nivîskarê xwe Digere ya Pirandello de derdikeve ser dikê. Furuxa ku ji ajotina bi hêz a ji wesayetê hez dikir di 13'ê Sibata 1967'an de ji bo li serwîsa dibistanê ya derdikeve pêşberî wê nexe bê li frenê dike û dipengize. Dema jiyana xwe ji dest da 33 salî bû. Pirtûka helbesta wê ya nêvî mabû ya bi navê Em ji Destpêka Demsala Sar Bawer Bikin piştî jiyana xwe ji dest dide tê çapkirin. Bîranîn, roportaj, nameyên Furuxê di pirtûka Cîhan Ji Bo Hezkirinê Pir Biçûk e tên tomarkirin. Di nameyek hîn ciwan bû û nivîsandibû de wiha dibêje:"Daxwaz û arezûya min azadiya jinên Îranî ne. Ez dixwazim mafên wan jî bi yên mêran re wekî hev bin. Ez di vî welatî de di vê jiyana bêedalet a mêran de tengasiyên xwişka min dîtine dizanim. Ez nêviyê hunera xwe ji bo derd û izdiraba wan bi kar tînim." Jiyana kurt a Furuxê gelekî serkeftî ye. Ji jiyan û hilbarandinê hez dikir.    Furuxa  bi wêrektî û behreya xwe ji nifşên nû re bû feyz li Navçeya Bagheri Kamasaei ya Tehranê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Ji aliyekî jî tê gotin ev dibe ku sûîkasta Şah be jî.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1881: Hejmara yekem Rojnameya femînistan a Firansayê ya bi navê La Citoyenne derket.    2015:Serokwekîla Koma HDP'ê û Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan ji bo li Tirkiyeyê Wezareta Jinan bê avakirin teklîfa zagonê da. Di teklîfê de bal kişandibû ser pirsgirêkên jinan. Her wiha hatibû gotin mînakên vê yekê li welatên mîna Swêd, Norveç, Luksembûr, Danîmarka û Îspanyayê heye.