4'ê Sibata 1987'an: Helbestvana şoreşger Meena Keshwar Kamal hat kuştin 2021-02-04 09:15:54     Helbestvana sosyalîst û şoreşger û Meena Keshwar Kamal, di 27'ê sibata 1956'an de li Kabîla Afganîstanê hat dinê. Di sedsala 19'an de li Dibistana Kecikan a Kabilê dest bi perwerdê kir. Meena ji Zanîngeha Kabilê wekê sosyalîst-feminist veqetiya. Ji bo parastina mafên mirovan bi taybetî ji bo parastina mafên jinan her tim di nava hewldanan de bû. Meena, Revolutionary Association of the Women of Afghanistan-RAWA (Komeleya Jinên Şoreşger a Afganîstanê) ava kir. Ji ber xebatên xwe her tim bi êrîşan re rûbirû ma. Meena, di 4'ê sibata 1987'an de li Afganîstanê hat kuştin. 12 salan ji bo mafên jinan di nava têkoşînê de bû. Her wiha heta îro jî cihê goristana wê nayê zanîn.    1878: Nivîskara sosyalîst û ermen Zabel Yaseyan li Uskudarê hat dinê.    1913: Parazvana mafên reşikan Rosa Louise Parks li Alabamaya Amerîkayê hat dinê.    2018: Platforma Jinan a Dîcle Amed avakirina xwe îlan kir.