1'ê Sibata 2015'an: KJA hat îlankirin 2021-02-01 10:12:54     Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) piştî ku xwe fesh kir. Piştî feshkirina DOKH, jinan 1'emîn Kongreya Jinan a Asayî li dar xist û piştî nîqaşên 2 rojan jinan avakirina Kongreya Jinên Azad (KJA) îlan kir. Di kongreyê de jinan gelek biryarên girîng ên wekî, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mezinkirina têkoşînê, nivîsandina dîroka têkoşîna jinên bakurê Kurdistanê, li Amedê avakirina Muzeya Jinan û xurtkirina çapemeniyê girtin. KJA di cotmeha sala 2016'an de bi KHK hat girtin.    1851: Nivîskar Mary Shelley jiyana xwe ji dest da. Herî zêde bi berhema xwe ya bi navê Frankenstein ku weke wêjeya tirsê tê zanîn hatiye nasîn. Li peyî wê jî romana binavê The Last Man ku hêdî hêdî tinebûna mirovahiyê vedibêje di sala 1826’an de weşandiye. Di 1’ê sibata 1851’an ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.    2019: Derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Gultan Kişanak de ceza hat birîn. Ji bo Gultenê 14 sal û 3 meh, ji bo Sebahatê jî 15 sal ceza hat dayîn.    2020: Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma "Em jin in em ji bo azadiyê hene û em ji bo guherînê li ser piyan e" bi tevlîbûna 700 delegeyan jin gihaştin hev.