31'ê Çileya 2015: DOKH'ê 1'emîn Kongreya Jinan pêk anî 2021-01-31 09:45:03   Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH)  1'emîn Kongeraya Jinan bi 501 delegeyan û bi tevlibûna jinên ku ji gelek deverên cîhanê tevli bûn pêk anî.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1820 :Jina yekem ku zanîngeh xwendiye ya feminist Concepcîon Arenal li Galîçyayê di 31'ê Çileya 1820''î de hat dinê.    2015 : Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) 1'emîn Kongeraya Jinan bi 501 delegeyan û bi tevlibûna jinên ku ji gelek deverên cîhanê tevli bûn pêk anî.    2016:  Ji aliyê jinên li Şaredariya Gel a Hesekê dixebitîn ve li Taxa Salîhiyeyê Xwaringeha Jinên Rojavayê Kurdistanê hat vekirin.    2016: Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BÎKG) di çarçoveya kampanya xwe ya bi sernavê "Em ne li aliyê mirinê li aliyê jiyanê ne. Em mafê xwe yê aştî û heqîqetê diparêzin" li gel dorpêça polîsan bi tevlibûna bi hezaran jinan li Qda Îskelê ya Kadikoyê çalakî li dar xist.   2020: Diyanet Bîr Sen'ê, ji bilî HDP'ê ji çar partiyên siyasî û ji serok komar re nameyek şand û  Peymana Stenbolê ku yek ji destkeftiyên jina ye kir hedefa xwe.