29'ê Çileya 2016'an: Dayikên Aştiyê avahiya AKP'ê dagir kirin 2021-01-29 09:56:26   Dayikên Aştiyê li dijî komkujî û îşkenceyên li cenazayan dihatin kirin avahiya Miftîtî ya Amedê û avahiya AKP'ê ya Kayapinarê dagir kirin.    Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1939:Yek ji navên girîng a femînîzma pêla duyem  Germaine Greer, di 29'ê Çileya 1939'an de ji dayik bû.    1882: Helbestkar Yaşar Nezihe Bukulmez ya helbesta yekem a 1'ê Gulanê nivîsand ji dayik bû.    2016:Jinan di çarçoveya kampanyaya 'Hezar jin hezar îmze' ya li dijî dorpêç û êrişan ji bo "Jiyanê biparêzin" dabûn destpêkirin standa îmzeyê vekirin û bang kirin ku li dijî şer ji bo aştiyê îmze bê dayin. Îmzeyên hatine komkirin ew ê di 1'ê Sibatê de ji meclîsê bên şandin.    2016:  Dayikên Aştiyê li dijî komkujî û îşkenceyên li cenazayan dihatin kirin avahiya Miftîtî ya Amedê û avahiya AKP'ê ya Kayapinarê dagir kirin.    2019:Hewildana Jinê ya Navneteweyî ji bo Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi daxwaza bidawîbûna tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 83 roj bû di greva birçîbûnê de bû bi serenava "Jiyana Leyla Guven rizgar bike" daxuyanî weşand.