28'ê Çileya 2015: Jinan li kolanên Kadikoyê meş pêk anîn 2021-01-28 10:04:42   Jinên ku gotin, "Kolan ne yên kesên destdirêjiyê dikin yên me ne" û LGT'yan, li kolanên Kadikoyê meş pêk anîn.   Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro qewimî ne wiha ne:   2015: Kooperastîfa Jinan a Nisêbînê ji bo ku xwarinên çêdike bifiroşe Kafeterya jinan a demokrasiyê vekir.    2015: Jinên ku gotin, "Kolan ne yên kesên destdirêjiyê dikin yên me ne" û LGT'yan, li kolanên Kadikoyê meş pêk anîn.   2016: Komeleya Jinên Pêşverû, derbarê Şamîl Îgde yê ku bi anketa kir tecawiza xwe meşrû kir de serlêdana sûc kir.   2019: Parlamentera HDP'ê ya Mûşê ya berê Burcu Çelîk, ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 82'emîn de10 rojan dest bi greva birçîbûnê kir.    2020: Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku di nivîsa wê ya derbarê mafê bijaritin û hilbijartinê yê jinan de di nivîsa xwe ya ku dabû Kovara Parlamentoyê de beşên derbarê Parlamenterên HDP'ê yên di girtîgehê de hatine sansurkirin.