18'ê Çileya 2004'î: Galina jiyana xwe ji dest da 2021-01-18 10:44:15     Galina Gavrilovna Korchuganova ya ji Rûsya û şampiyona akrobasiyê û pilota testê di 18'ê Çileya 2004'î de jiyana xwe ji dest da. Galina bû şampiyona jin a akrobiyê ya yekem.    Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1951: Amy Beatrice Carmichael a wekî mîsyonereke Xiristiyan tê zanîn li Hîndistanê yetîmxaneyek vekir. Amy a ku 55 salî li vê yetimxaneyê jiya gelek pirtûk li ser xebatên misyonertiyê yên li wir nivîsand. Amy a ku jiyana wê li ser xebatên li yetimxaneyê derbas bû 70 sal berê îro jiyana xwe ji dest da.    2000: Avahîsaz û çalakgera komînîst  Margarete di nava serîhildana li dijî Nazîzmê cihê xwe girt. Margarete 21 sal berê îro jiyana xwe ji dest da.    2004: Galina Gavrilovna Korchuganova ya ji Rûsya û şampiyona akrobasiyê û pilota testê di 18'ê Çileya 2004'î de jiyana xwe ji dest da. Galina bû şampiyona jin a akrobiyê ya yekem.    2015: Bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê bi beşdariya bi dehhezaran kesî ji Xaçerêya Hala Fêkiyan ber bi Qada Feqiyê Teyran meş hat lidarxistin.    2020: Xelata alîkariya mirovahiyê ya Konseya Ewropayê Bijîşka Sûriyeyî Amani Ballour girt. Hat diyarkirin ku ji ber wêrektiya Amaniyê ev xelat laîkê wê hatiye dîtin.