17'ê Çileya 1930: Nivîskara Feminist Hajra Maroor ji dayik bû 2021-01-17 13:00:19     Nivîskara Feminist Hajra Maroor, di sala 1930'î de îro li Hindistanê hat dinê.   Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:   1647: Ji astronotên ewil Elsabeth Catherîna Koopmann - Hevlîus, îro li dewleta bajaran a nîv serbixwe Danzîgê hat dinê.    1930: Nivîskara Feminîst Hajra Masroor, li payitexêt eyaleta Uttar Pradeş Lucknowê  ya Hindistanê hate dinê. Hajra ya ku di dîroka wêjeyê de bi çîrokên xwe cihekî girîng digire derbarê wekheviya zayendî de jî çend pirtûkên wê yên çîrokan hene.Hajara, di 15'ê Îlona 2012'an de li bajarê Karaçî yê Pakistanê jiyana xwe ji dest da.   2016: Meclisa Azadiya Jinan (KOM) bi tevlibûna aktîvîsta Kongerya Jinên Azad (KJA) Ayşe Gokkan û Akademîsyen Nazan Ustundag "Forma Parastina Rewa" pêk anî. Di rojmê de di ser mînakên li Şengal û Kobanê re girîngiya parastina rewa ji jinan re hat vegotin.   2016: Li Antalyayê jinan, li dijî qedexeya derketina kolanan a li herêmê û êrîşên li ser bajarên wê "Nobeta Aştiyê" dan destpêkirin. Nobeta ku wê her roja yekşemê bihata lidarxistin a yekemîn li Qada Cuhuriyetê pêk hat.