16'ê Çileya 2008'an: Hêviya Jinê mîrateya Kovara Dengê Jinên Azad dewr girt 2021-01-16 11:00:10   Di sala 1998'an de Kovara Dengê Jinên Azad dest bi weşanê kir û di 16'ê çileya 2008'an de jî bi formatek nû bi navê Hêviya Jinê weşana xwe domand.    1933: Susan Sontag li New Yorkê hat dinê. Susan wekê nivîskar, derhenêra film û şanoyê, rexnegir, aktîvîsta parastina mafên mirovan tê nasîn. Bi fikr û ramanê xwe yên cuda her tim nêrînê xwe bêtirs anî ziman.    1980: Amira Mohamed Ali li Hamburg ya Elmaniya ji dayik dibe. Sala 2017’an li ser navê Partiya Çep dikeve hilbijartinan û heman salê dibe endama Bundestag a Elmaniya yê. Di 12'ê mijdara 2019'an de weke hevseroka koma meclîsê hat hilbijartin.   2006: Aborînas Ellen Johnson Sirleaf peywira Serokatiya Liberyayê girt û heta 20’ê çileya 2018’an domand. Sala 2014’an di nava lîsteya ‘Jinên Cîhanê yên Herî bi Hêz’ ku di kovara Forres de hatî weşandin de di rêza 70’an de hat dîtin. Di 2011'an de bi hemwelatiyên xwe Leymah Gbowee û El-yemeniya Tawakkol Karman re hêjayî Xelata Nobel Peace Prize hatin dîtin.    2008: Di sala 1998'an de Kovara Dengê Jinên Azad dest bi weşanê kir û di 16'ê çileya 2008'an de jî bi formatek nû bi navê Hêviya Jinê weşana xwe domand.