11'ê Çileya 2009: Rojnameger Uma Singh hat qetilkirin 2021-01-11 11:08:39     Rojnamegera femînist a Nepallî Uma Singh  di 27 salî ya xwe de bi hovane hat kuştin. Uma, li radyoya herêmî a Today FM’ê de bi navê e “Garmagaram Chai”, li dijî şîdeta li hemberî jinê bername çêdikir. Bi taybetî jî cih dida nameyên jinên ku ji şîdetê rizgar bûyî.    Piştî ku Uma hat qetilkirin ji hêla Yekitiya Neteweyî ya Parastina Mafên Mirovan a Jinan (NAWHRD) ve ji bo wê kampanyayek hat destpêkirin. Jinan daxwaza ronîkirina kuştina Umayê kirin, her wiha xwestin ku bila kujer bêceza nemînin. Her wiha di sala 2013'an de kujer Umesh Yadav hat girtin û cezayê muebetê hat dayîn.    2011: Bi pêşengiya Petrol-Îş ji bo Fabrîkaya Bericap a Gebzeyê li dijî derxistina 93 karkerena grevek hatibû destpêkirin. Di roja 20'ande rêxistinên jinan û femînist çûn serdana karkerena. Berxwedana Bericapê piştî berxwedana 209 rojan bi dayîna tazmînatên karkeran bi dawî bû.    2016: Ji hêla Kongreya Jinên Azad (KJA) ji Sêrtê heta Şirnexê meşek hat organîzekirin. Jinên ku li Bodrum, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Enqerê hatî jî tevlî meşê bûn.    2018: Parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Zana bi hinceta sondxwarina wê nehatiye pêjirandin hat betalkirin.