8 Çile 2016: Rozerîn Çukur hat qetilkirin 2021-01-08 13:25:31   Rozerîn Çukur a 17 salî li Sûra Amedê hat qetilkirin û piştî çend meh şûn de cenazeyê wê teslîmê malbatê kirin.    1896: Rojnameya femînist a bi navê La Voz de la Mujer (Dengê Jinê) li Arjantinê dest bi weşanê kir. Rojname bi pêşengiya nivîskar, femînist û anarşît Virginia Boltin ve hat derxistin.    1937: Hunermend Shirley Bassey ya ku li cîhanê bi dengê xwe navdar bû li Îngilîstanê hat dinê. Hêj di zarokatiyê de bi dengê xwe balê dikişand ser xwe. Di 16 saliya xwe de di muzîkalan de cih girt.    1949: Serokkomarê Şîliyê pêşnûmeya mafê bikaranîna deng a jinan qebûl kir lê tevlîbûna jinan a merasîmê asteng kir. Di salên 1920'an de femînist û rêxistinên jinan ji bo mafê dengdanê xebat dan meşandin. Di sala 1934’an de di hilbijartinên herêmî de kêm be jî serkeftinek bi dest xistin. Di sala 1944'an de bi Santiagoyê 200 rêxistinên jinan kom bûn Federasyona Komeleyên Jinên Şîlî (FECHIF) ava kirin û bi hevpar kampanyayek dan meşandin. Bi xebata wan serokdewletê Şîliyê pêşnûme qanûn qebûl kir, lê nehişt jin tevlî merasîmê bibin.    2016: Rozerîn Çukur a  17 salî li ber Dibistana Seretayî ya Sûleyman a taxa Fatîhpaşa ya navçeya Sûra Amedê hat qetilkirin. Malbat piştî 5 meh şûnde cenazeya Rozerînê girt. 5 sal li ser qetilkirina Rozerînê re derbas bû.    2016: Hunermenda navdar Mîlo Moîre, li dijî taciza ku di sersalê de li Koln a Elmanyayê pêk hat şermezar bike li kolanê cilên xwe derxist.