5'ê Çileya 1935: Furug Ferruhzad ji dayik bû 2021-01-05 12:08:30   Nivîsîkar, helbestkar û akftîvîsta mafên jinan Furug Ferruhzad a Îranî berî 86 salan îro ji dayik bû.   Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1935: Nivîsîkar, helbestkar û akftîvîsta mafên jinan Furug Ferruhzad a Îranî berî 86 salan îro ji dayik bû. Furug di 16 saliya xwe de bi Pervîz Şapur ê hunermend re zewicî û piştre jî xwe jê berda. Furug piştî berdanê di doza welayeta ji bo zarokê xwe de bi ser neket û doz winda kir. Prtuka yekemîn a Furug ya helbestan bi navê "Hêsîr" e ku di 1955'an de hatiye çapkirin. Furug a ku demekê tedawiya deprasyonê jî dîtiye gelek berhemên wê yên nav dar hene. Furug a ku di mijara hunerê de jî xwe pêş dixe di wî warî de jî gelek kar û xebat kirine. Furug di 1994'an de jî pirtûkeke xwe ya din a helbestan daye weşandin ku ev pirtûka wê ya herî navdar e.    1996: Jinên ku di salên 90'î de xebatên xwe di bin banê Komeleya Çandê ya Gel (HKD) de wekî komîsyona jinan dan destpêkirin û di heman demê de di nav Tevgera Xweser a Jinên Kurd de cih girtin jinên ji Koma Azadî di 5'ê Çileya 1996'an de Mala Çandê ya Jinan vekir. Jinan bi vê xebata xwe xwestin ku jinên kurd li ziman û çanda xwe xwedî derên û li dijî pergala baviksalar têkoşîna xwe mezin bikin.   2016: Rojnamegera ku rastiya êrîşên DAÎŞ'ê û ya şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê ji cihanê re radigihand Rukiye Hasan hat qetilkirin.     2018: Serok komarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ku li ser vexwednina Serok komarê Fransayê Emmanuel Macron çû Parîsê piştî Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji aliyê Koma Feminîst (FEMEN) ve jî hat şermezarkriin.   2018: Paris’te katledilen Kürt kadın siyasetçi Sakine Cansız’ın ”Hep Kavgaydı Yaşamım” isimli kitabının 3. cildi, katliamın yıldönümü öncesinde Mezopotamya Yayınları tarafından Almanca ve İtalyanca yayınlandı.   Pirtûka yek ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz a bi Nunera KNK'ê Fîdan Dogan û ji Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez re li Parîsê hat qetilkirin "Jiyana min her şer bû" cîlda wê ya yekemîn bi elmanî û îtalî hat çapkirin.    2018: Stranbêja Misirî  Leîla Amer bi îdaya " dijberî nirxên civakê klîp çêkiriye" hat girtin.   2020: Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku li Dêrsimê hat windakirin. Ji bo Gulîstan a ku saleke nehatiye dîtin jinan hem li ser medya civakî û hem jî li qadan eqûbeta wê pirsîn û gotin, "Gulîstan Doku li ku ye?".  Herwiha derbarê gûmanbarê serkeke Zaînal Abakarov ku ji windakirina Gulistanê berpirs tê dîtin jî tu lêkolîn nehat kriin.    2020: Li bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Reqayê Komîteya Meclisa Sivîl a Jinan sera ya xwe ya duyemîn vekir. Komîteya ku derbarê jinan de proje pêş xistin arman kir ku ji jinan re qada aboriyê veke.