4'ê Çileyê 2016: Sêvê, Fatma û Pakîze hatin qetilkirin 2021-01-04 10:46:56   Li Navçeya Silopiyayê ya Şirnexê 3 jinên kurd Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakize Nayir bi derbên ji wesayeta zirxî hatin berdan hatin qetilkirin.    Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   2015: 3 jinên kurd ên bi navê Şîlan Kevser, Remhani Pur û Çinur Ebasi yên ku li Zanîngeha Tehranê ya Îranê dixwendin ji ber  di qada parastina mafên mirovan de dixebitîn û name ji bo jinên li girtîgehan zext li wan dihatin kirin name ji cihên rayedar re şandin di 1'ê Çileyê de ji aliyê Servîsa Îstihbarata Îranê ve hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji xwendekaran 4 rojî agahî nayê girtin.    2016: Di dema qedexeya derketina derve de ya ku di 14'ê Kanûna 2015'î de li Silopiyaya Cizîrê hat îlankirin de Endma Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) Sêvê Demir, Endma Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) û aktivîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakize Nayır di 4'ê Çileyê 2016'an de bi derbên ji wesayeta zirxî hatin berdan hatin qetilkirin.    2016: 8'emîn çalakiyên Nobeta Aştiyê yên ku Pêngava Jinê ya Ji bo Aştiyê (BIKG) li dijî  qedexe û dorpêçkirinên li Bakur dest pê kiribû li têketina Metroya Şişliyê hat kirin. Jinên ku pankarta bi nivîsa "Ji bo parastina jiyanê em nobeta aştiyê digirin" hilgirtibûn li dijî komkujiyê lîrandin, li çepikan xistin. Di çalakiyan de peyama "Li dijî mirin û hilweşandinê me ê jiyanê ji nû de ava bikin" hat dayin.    2018: Di derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya serdema berê Sebahat Tuncel de bi îdiaya "Bi civîn û meşên xwe li dijî zagonê kirina muxalefetê" doz hatibû vekirin û li 4'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Kocaeliyê hat dîtin. 2 sal û 3 meh ceza li Sebahatê hat birîn.    2020: Piştevaniya Morê li Kuçeya Karlitepe ya Kartala Stenbolê şaxa duyem a komeleya xwe vekir. Di vekirinê de jinan peyama têkoşîna ji bo mafên jinan dan.