30 Kanûn 1828: Li Amerîkayê bi pêşengiya jinan greva yekem 2020-12-30 11:19:42   Di dîroka Amerîkayê de cara yekem karkerên li fabrîkayê li dijî kedxwariyê bi pêşengiya jinan grev dan destpêkirin.    1828: Di sala 1812'yan de li Amerîkayê di Fabrîkaya Pembo ya Doverê/Fabrîkaya Tekstîlê jin û zarok dihatin xebitandin. 12 saetan bi heqdestekî kêm hatin xebitandin. Piştî ku fabrîka hat firotin bêtir heqdestê wan hat kêmkirin. Jin li bi pankar û dowîza li dora fabrîkayê dest bi çalakiyê kirin. Ji bo çalakî bê dîtin jî çend varîl barût hatin teqandin. Jin berê xwe dan nava bajêr û qala çalakiya xwe kirin. Di dîroka Amerîkayê de cara yekem grevek ji hêla jinan ve hat bi rêxistinkirin.    1990: Weqfa Mafên Mirova a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji hêla 32 kesên ku mafên mirovan diparêzin ve piştî darbeya 12'ê îlona 1980'an de hat avakirin.