12'ê Kanûna 2019'an: Polîsan êrişî çalakiya 'Las Tesis' kirin 2020-12-12 09:16:22   Jinan li Guvenparka Enqereyê xwestin piştigiriyê bidin reqsa "Las Tesisê" ya jinên Şiliya Emerikaya Başûr li dijî destdirêjî û tecawizê dabûn destpêkirin lê belê polîsan êrişî jinan kirin. Di êrişan de 8 kes hatin binçavkirin.    Hinek bûyerên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   2015: Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji malbata Dilek Dogana hat qetilkirin bi îdiaya "mukavemeta li memûr" lêpirsîn da destpêkirin.    2015: Koordinasyona Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ji bo balê bikşîne ser recm û îdama jinan a ku zêde bûbû daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ji bo cezayê recma li Eyaleta Gilanê ji bo jinekê hatibû dayin bê astengkirin banga têkoşînê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin bi mezinbûyina têkoşîna jinê re tundiya mêr jî ewqas zêde bûye û hat gotin hovîtiya ji aliyê mêr û dewletê ve li ser jinê tê meşandin tê xwestin rewa bê nîşandan.   2018: Di biserdegirtina malan a serê sibehê de Dayika Aştiyê Medine Kaymaz û hevserokên DBP'ê jî di nav de ji 20'î zêdetir kes hatin binçavkirin.    2018 :Bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin li avahiya HDP'ê ya Amedê gelek kesî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Polîsa êrişî çalakgerên çalakiya gireva birçîbûnê kirin. 50 kesên ketibûn greva birçîbûnê hatin binçavkirin. Rêxistina HDP'ê bang li gel kir ku bê ber avahiya HDP'ê.    2018: Wênesaz û Rojnameger Zehra Dogan çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li dijî  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin bi wêneyên ku xêz kir anî ziman.    2019: Jinan li Guvenparka Enqereyê xwestin piştigiriyê bidin reqsa "Las Tesisê" ya jinên Şiliya Emerikaya Başûr li dijî destdirêjî û tecawizê dabûn destpêkirin lê belê polîsan êrişî jinan kirin. Di êrişan de 8 kes hatin binçavkirin.