9'ê Kanûna 1897'an: Yekemîn rojnameya femînîst a cîhanê derket 2020-12-09 10:45:42   Komek jinên bi navê "Serhildêrên Nû" di 1897'an de yekemîn rojnameya femînîst a cîhanê ya bi navê “La Fronde” weşandin.    Hinek geşedanên di îro de qewimîne wiha ne:   1895:Ji Rêveberên têkoşîna azadiyê ya Maoriyan ên welatiyên herêmî yên Zelandaya Nû Whina Cooper ji dayik bû. Whina bi têkoşîna xwe ya polîtîk dihat naskarin. Whina di 1951'an de bû seroka Yekîtiya jinên Maoriyê. Di 1994'an de di 99 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.    1897: Komek jinên bi navê "Serhildêrên Nû" di 1897'an de yekemîn rojnameya femînîst a cîhanê ya bi navê “La Fronde” weşandin.    2002: Michele Norris, li Eyaleta Washingtona Emerîkayê bû pêşkeşvana yekem a jin a bernameya nûçeyan a Radyoya National Public Radio.   2002:Li Qada Xinereyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê Sarya  (Neriman Bozak) a PKK'yî û komek hevalên wê di bin aşîtê de man û jiyana xwe ji dest dan. Sarya ji Elmanyayê beşdarî PKK'ê bûbû.    2013:Li Hîndistanê zagona jinan ji destdirêjiya zayendî ya li cihê kar diparêze ket meriyetê. Zagona nû pênaseya tecawizê berfireh kir.    2017:Bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Kurd a Rûsyayê li Moskovayê Konferansa Jina Kurd pêk hat. Delege ji Krasnodar, Saratov, Tambov, Nijni-Novgırıd, Komara Xweser a Yaroslavl Adıgey beşdarî konferansê bûn.    2018: Jina Kurd Yalda Abbasî ya Rojhilatê Kurdistanê li Stenbolê konser da. Yalda Abbasi ya ji bo çalakiya 27'emîn salvegera Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) hatibû Stenbolê li balafirgehê berê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.    2018:Li Kuçeya Şêx Meqsûdê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven greva birçîbûnê ya 3 rojî dest pê kir.