19'ê Mijdara 2016: YJŞ'ê 3 jin û 5 zarok ji DAÎŞ'ê rizgar kir 2020-11-19 10:42:14   Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) 3 jin û 5 zarokên di destên çeteyên DAÎŞ'ê de dîl dihatin girtin, rizgar kir.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1917: Li Hîndistanê cara yekem Îndira Gandhi bû serokwezîr. Îro rojbûna Îndirayê ye. ilk kadın başbakanı ve en uzun başbakanlık yapan ikinci kişisi olan İndira Gandhi doğru.    1988: Piştî mirina şefê cunteya leşkerî Ziya Ul Hak a sala 1988'an li Pakistanê cara yekem di sala 1977'an de hilbijartineke serbixwe pêk hat. Di 19'ê cotmeha 1988'an de Benazir Butto bû serokwezîra yekem a jin.    1999: Ji hêla Prof. Dr. Thomas Oaster ve di 7'ê sibata 1992'yan de daxwaza "Roja Mêrên Cîhanê" hat kirin. Daxwaz ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Cara yekem di sala 1999'an li Trinidad-Tobagoyê hat pêşwazîkirin. Niha ji hêla 70 welatan ve ev roj hatiye qebûlirin û tê pêşwazîkirin.    2015: Şaredariya Geverê ya Colemêrgê ji bo xebatên jinan Meclîsa Jinan ava kir.    2015: Emel el-Kubeysi li Dewletên Ereban bû seroka meclîsê. Di dîrokê de cara yekem jinek bû seroka meclîsê.   2016: Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di çarçoveya hemleya 'Tolhildana jinên Êzidî' de 3 jin û 5 zarokên di destên çeteyên DAÎŞ'ê de dîl dihatin girtin, rizgar kir.    2017: Tîma Kaşkaşok a Jinan a Nîjeryayê cara yekem tevlî Olipiyatên Zivistanê ya sala 2018'an bû. Ev tişt di dîroka Nîjeryayê de cara yekem bû.    2017: Cecilia Bartoli tevlî Koma Sistine Şapeliyê bû li Qesra Apostolîk a Vatîkanê bû û piştî 500 sal şûnde cara yekem jinek tevlî komê bû.    2018: Stêrk TV, Medya Haber TV,  Aryen TV, Çira TV, Ronahî TV û JIN TV ji bo balê bikişînin ser şîdeta li hemberî jinê di saet 17.00’an de wêşana xwe rawestandin û ekranên xwe tarî kirin.