13 Mijdar 2018: Şerare Elyasî ji hêla rêjîma Îranê ve hat darvekirin 2020-11-13 10:44:36   Jina kurd a bi navê Şerarê Elyasî li Girtîgihe Navendî ya Sîneya Îranê ji hêla rejîmê ve hat darvekirin.    2012: Girtiyên jin ên kurd ji bo çareseriya demokratîk û aştî dest bi greva birçibûnê kiribûn. 45 femînistên jin ji bo piştevaniyê berê xwe dan Amedê.    2013: Ji bo parlamenterên jin li Meclîsê bikarin şal li xwebikin rêzname hat guherdin.    2017: Jinên li Silêmaniyê ye ji Komîsyona Qanûnan a Iraqê re daxwaznameyek şand û xwestin qanûnên ku li dijî jinan hatine amadekirin paşve bê vekişandin.    2017: Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçibûnê kiribûn, îro dawî li çalakiya xwe anîn.    2018: Weqfa Stargehên Jinan a Mor Çatiyê di çarçoveya Qanûna 6284'an xwestin yekitiya mafê jinan pêş bixin û qanûnê pratîze bikin bi navê "Min biryar girt" kampanyayek dan destpêkirin.    2018: Jina kurd a bi navê Şerarê Elyasî li Girtîgihe Navendî ya Sîneya Îranê ji hêla rejîmê ve hat darvekirin.