8'ê Mijdara 2019: Leyla Guven li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir 2020-11-08 10:24:27   Hevseroka KCD'ê û aktîvîsta TJA'yê Leyla Guven, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.   Hin bûyerên girîng ên di dîrokê de wiha ne:   1914:Hunermenda dansê Eîleen Kramer, îro li bajarê Sîdney yê Avustralyayê hat dinê.     1918: Siyasetmedara Kazak Arîadna Çasovînkova, li bajarê  Kazakistan li bajarê Ozemenê berî bi 102 salan îro hatiye dinê.Arîadna, a ku li taxeke çîna kedkar mezin bû, di 1963'yan de parlamenter hat hilbijartin û heta 1967'an parlamenteriya xwe berdewam kiriye.    2018: Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Guven, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî Leyla Dest bi grevê kir ji gelek girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê jî gelek kes kom bi kom tevli çalakiya wê bûn. Leyla ya li girtîgehê dest bi grevê kir di roja çalakiya xwe ya 79'emîn de piştî ku tehliye bû li mala xwe çalakiya xwe berdewam kir. Leya ya ku 200 rojî çalakiya xwe berdewam kir û girtiyên pê re di çalakiyê de, li ser banga Abdulla Ocalan di 26'ê Gulana 2019'an de çalakiya xwe bi dawî kirin.    2019: Li Japonyayê piştî ku jinên xebatkar mecbûrî pêlavên bi kabik hatin kirin piştî vê jî hin şêrketan li jinan bikaranîna berçavkê ferz kir.  Jinên ku li dijî van pêkanînan li ser medya civakî bertek nîşan dan tişta hat serê wan vegotin.