5'ê Mijdara 2018: Nivîskara Kurd Meryem Qazî jiyana xwe ji dest da 2020-11-05 11:07:05   Berî bi du salan îro Nivîskara Kurd Meryem Qazî, ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.   Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   2017: Li Swîsreyê di 1908'an de Free Thînkers (Yekitiya Fikrên Azad), xelata xwe ya Fikrên Azad ku cara yekê di  2015'an de dest bi dayîna wê kiribû da rojnameger û wênesaz zehra Dogan a ku ji ber di sala 2016'an de ji ber nûçeyên li Nisêbînê çêkiribûn di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de dihat girtin  û rojnameger û nivîskar Masîh Elînejad a ku li Emerîkayê li sirgûnê dima.       2017: Polîsên îtalî li Deryaspî di keştiya bi navê "Cantabria" ya şer a Spanyayê de 9 jê jinên ducanî, nêzî 20'ên wan zarok bi giştî 375 penaber dîtibûn.  Herwiha di heman keştiyê de cenazeyê 26 zarokên keç jî hatibû dîtin.    2018: Nivîskara Kurd ya ji bajarê Mahabat ê rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Meryem, di heman demê de li Mahabatê aktîvîsta mafên jinan bû. Meryemê berî jiyana xwe ji dest bide biryara darvekirinê ya Helale Mihemed asteng kiribû.