29 Cotmeh 2016: JINHA û 15 dezgehên çapemeniyê hatin girtin 2020-10-29 09:18:50   Piştî hewldana 15'ê Tîrmehê bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) biryarnameyek hat derxistin û di encamê de gelek sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin. Yekane ajansa nûçeyan a jinan JINHA di 8'ê Adara 2012'yan de hatibû vekirin û di 29'ê cotmehê de hat girtin. Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Rojnameya Rojane Azadiya Welat û ajansa nûçeyan a Yuksekova jî di nav de 10 rojname, 2 ajansa nûçeyan û 3 kovar hatin girtin.    1692: Waliyê Massachusettsê Wîllîam Phips dawî li dadgehên pîrebokan (Salem) anî. Di 1692 û1693'yan de li Massachusettsê 30 kes hatin darvekirin û ji ber vê navê danişînê kirin Salem.    1837: Harriet Powers bi eslê xwe Efrîkê ye li Emerîkayê hûnera xwe ya dirûtina lihefan li pêş xist û îro hat dinê.    1909: Rojnameya Deng Bidin Jinan a Britanyayê îro, jinên ku ji bo mafê dengdayînê hatibûn girtin, li girtîgehan dest bi greve birçûbûnê kiribûn û bi zorî mudaxale li wan hatibû kirin kir manşeta rojnameya xwe.    1924: Danîlle Mîtterand berxwedêra 2'yemîn Şerê Cîhanê û her wiha li cîhanê wekî dostê gelan tê nasîn hat dinê.    2005: Li Mala Jinan a Kardelene ya Şaredariya Rêzana Amedê 500 jin tevlî kursê bûn.    2006: Projeya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tecawiz û Tacizê ya di Binçavan de, aşkera kir ku di navbera salên 1997'an heta 2006'an di binçavan de 236 jin bi taciz û tecawizê re rûbirû ma.    2007: Üçüncü Jinên Ciwanên Azad Konferansı çok sayıda delegenin katılımıyla gerçekleştirildi.   2015: Li Nepalê cara yekem jinek bû serokkomar. Bidhya Devî Bhandarî hêj di dibistana amadekariyê de di siyasetê de aktîf cih girt û di 54 saliya xwe de bû serokkomarê dewletê. Bidhya, her tim ji bo wekheviya di navbera jin û mêran de têkoşîn daye.    2016: Piştî hewldana 15'ê Tîrmehê bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) biryarnameyek hat derxistin û di encamê de gelek sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin. Ajansa Nûçeyan a Jinan JINHA, Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Rojnameya Rojane Azadiya Welat û ajansa nûçeyan a Yuksekova jî di nav de 10 rojname, 2 ajansa nûçeyan û 3 kovar hatin girtin.    2017: Dadgeha Bilind a Hîndistanê di danişînekî de helwesta xwe wiha aşkera kiribû "Kurtaj û welîdin tenê biryara jinê".   2018:  Fîlma Les Filler du Soleîl (Keçikên Rojê) di 24'emîn Mîhrîcana Fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî dê bê nîşandan.