28 Cotmeh 1949: Referansa teoriya femînist ‘Zayenda Duyem' bû pirtûk 2020-10-28 10:43:47   Ji hêla nivîskara femînist û felsefevan Sîmone de Beauvoir li ser referansa teoriya femînist dixebitî. Xebatên xwe kir pirtûk û pirtûk bi navê "Zayenda Duyem" hat çapkirin. Sîmone de Beauvoir di xebata xwe de banga têkoşînê li jinan dike. Bi gelek zimanan pirtûk hat wergerkirin û bi milyonan kes pirtûka Sîmoneyê xwend.    1856: Rêvebera Yekitiya Neteweyî ya ji bo bikaranîna mafên deng dayîna jinan û endama Yekitiya Parazvanên Dildar a Jinan peykersaz Carolîna Marîa Benedicks-Bruceya ji Swedeyî hat dinê.    1879: Rêbera karkeran femînist Luîsa Capetîllo, Porta Rika Arecibo ji ber ku di qada gelemperî de şal li xwekiribûn hatibû girtin îro hat dinê. Ji bo azadiya mirovan û mafên jinan her tim di nava têkoşînê de bû û rêbertiyê jî dikir.   1919: 1’mîn Kongreya ICWW ya Navneteweyî ya Jinên Xebatkar li Washingtonê kombûn. Kongre bi bangewaziya Yekitiya Sendîkayên Jinan a Neteweya Amerîkayê pêk hat û 28 delege tevlî kongreyê bû. Lê 200 zêdetir jin tevlî pêvajoya biryargirtinê bûn.    1986: Fîlma bi navê Aaah Belînda di Pêşbirka Filma Parteqala Zerîn ya 23'yemîn de bû yekemîn. Di fîlmê de jiyana jinê hat vegotin, Mujde Ar di fîlmê de cih girt û derhenêriya fîlmê jî ji hêla Atif Yilmaz ve hat kirin.    2007: Cara yekem li Arjantînê jinek bû serokkomar. CristinaFernandez de Kirchner ji sedî 44,9 deng girt û di 10'ê kanûnê de dest bi peywîra xwe kir.    2010: Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP), 1’emîn konferansa xwe ya jinan li darxist. Konferans li Êlihê bi tevlîbûna 300 jinan pêk hat.    2017: Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê "Di rêveberiya herêmî de jin û qeyûm" komxebatek li dar xist.    2019: Cara yekem jinek li paytexta Kolombiyayê bû şaredar. Piştî serokatiya dewletê erka herî girîng tê nirxandin. Claudia Lopez a çepgir bû şaredara Bogotayê.