19'ê Cotmeha 2017'an: YPJ azadiya Reqayê ragihand 2020-10-19 10:18:46   Li Çerxerêya El Neîm a Reqayê YPJ derbarê azadiya Reqayê de daxuyaniyek da û azadbûna Reqayê ji hêla Nesrîn Abdullah ve hat kirin.    Hinek geşanên di dîrokê de îro qewimiye wiha ne:    2016: Li Parîsa Fransayê Tevgera Jinên Kurd ên Ewroyê bi navê "Çalakiya Edaletê" ji bo kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leşla Şaylemez bên dîtin çalakiyek li dar xistin.    2016: Ji hêla 17 girtiyên jin ve li ser Jineolojiyê nivîs hatin amadekirin û Akademiya Jinan a Azad a Amedê jî nivîsên 17 girtiyên jin kir pirtûk. Pirtûka Jineolojiyê ji hêla rojnameger Necibe Qerejdaxê ve bi soranî hat wergerkirin.    2016: Li Arjantînê kuştin û şîdeta li hemberî jinê zêde dibe. Zaroka 16 Lucia Perez piştî ku bi tecawizê re rûbirû ma hat kuştin. Jinên Arjantînî di 20'ê Cotmehê de ji bo saetekî grev îlan kir.    2017: Girtiyên Jin li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên cur bi cur lidarxistin. Li Girtîgeha Baybûrtê jî girtiyên jin li dijî tecrîdê çalakiya deng derxistinê li dar xistin.    2017: Li Çerxerêya El Neîm a Reqayê YPJ derbarê azadiya Reqayê de daxuyaniyek da û azadbûna Reqayê ji hêla Nesrîn Abdullah ve hat kirin.   2019:  Kollektîfa Greva Jinan a Biel a Swedê li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga li hemû jinên cîhanê kir û xwestin li dijî êrîşan bikevin nava hewldanan.