17'ê Cotmeha 2015'an: JIN FM'ê dest bi weşanê kir 2020-10-17 13:04:04   Îro li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê radyoya yekem a azad a Rojava ya bi navê JIN FM hat avakirin.   Hinek geşanên di dîrokê de îro qewimiye wiha ne:   1979: Dildara xizmeta civakî ya Arnawitî û aktivîsta mafên mirovan Rahibe Teresa ji ber çalakiyên xwe yên bi dildarî Xelata Aştiyê ya Nobelê girt.   2015: Sosyalîst, siyasetmedar Anne-Marie Lizin a Belçîkayî jiyana xwe ji dest da.    2015: Li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê radyoya yekem a azad a Rojava ya bi navê JIN FM a jinê hat avakirin.   2016: Bi hezaran Efrînê li dijî îhlala sînoran a dewleta tirk û ji bo şermezarkirna qirkirina xwezayê meşiyan ber sînor.   2016:Cezayê girtiya siyasî ya Nergiz Mihemed a di girtîgeha Evînê de ji 6 salan derket 10 salan. Rêxistinên mafên mirovan, parêzeran li dijî vê yekê bang ji bo serastkirina şerdên tenduristiyê yên ji bo Nergizê kirin.    2016: Rojnameya Ronahî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike, li Qamişlo û Kobanê 5'emîn salvegera xwe pîroz kir.    2017: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya hemleya azadiya Reqayê de bajar ji DAÎŞ'ê paqij kir.    2017:Komeleya Jinê ya Cerenê ya ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ya DBP'ê hatibû avakirin bi tayinkirina qeyûman hat girtin û teslîmî Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê  (TUGVA) hat kirin.    2019: Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir bi dirûşma "Bi vî şerî mirovatî dimire, hiqûqa navneteweyî tune tê hesibandin, demokrasî winda dibe, li dijî mirovatiyê vediguhere sûc" xwestin balê bikşînin ser girîngiya banga gel.