14'ê Cotmeha 2016'an: Gultan Kişanak li Kolombiyayê behsa hevserokatiyê kir 2020-10-14 12:26:29   14'ê Cotmmeha 2016'an de, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, li Kolombiyayê tevli 5'emîn Kongreya Bajarê Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî ya Cîhanê (UCLG) bû. Gultanê di kongreyê de pergala hevserokatiyê vegot.   Hin bûyerên ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1917: Li Şîliyê hunermenda mûzîka Folkê Vîoleta del Carmen Parra Sandoval hat dinê. Hunermenda navdar bi strana xwe ya ~Gracîas a la vîda" tê nasikirin.   2015: Girtiyên jin ên li Şakranê, ji bo endama YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn wan ) ku li Gimgima Mûşê cenazeyê wê hat teşîrkirin dest bi xebata pirtûkê kirin.   2016: Li Girtîgeha Tîpa F a Sîlîvriyê girtiyên jin, ji ber ku gardiyanên mêr destdirêjî li wan kirin hucreyên lê diman şewitandin.   2016: Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, li Kolombiyayê tevli 5'emîn Kongreya Bajarê Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî ya Cîhanê (UCLG) bû. Gultanê di kongreyê de pergala hevserokatiyê vegot û bahsa Amedê kir.   2017: Li Enqerê jinan Şanoya Feminîst  ava kirin.    2017: Li Girtîgeha Urmiyeyê 5 jinên girtî li dijî hewesta rêveberiya girtîgehê û binpêkirina mafan a gardiyanan dest bi greva birçîbûnê kirin.   2019: Xelata Nobelê ya Aboriyê vê salê dan aborînas 3 kesên ku aborî nas Esther Duflo a ku ji bo nelirêtiyên gerdûnî kêm bibin dixebite. Esther bû jinan duyemîn a ku ev xelat girt.