11 Cotmeh: Roja Zarokên Keç a Cîhanê 2020-10-11 11:12:16   Îro Roja Zarokên Keç a Cîhanê ye. Li gorî daneyên UNÎCEF'ê her sal 12 milyon zarokên keç berî 12 saliya xwe tên zewicandan. Li cîhanê 32 milyon zarokên keç nikarin biçin dibistana seretayî û 29 milyon zarokên keç jî ji mafê perwerdya dibistana navîn bêpar tên hiştin.    Hin bûyerên dîrokî ku di vê rojê de pêk hatine wiha ne:   1872: Emîly Davîson ku ji bo mafê dengdayînê yê jinan têkoşîn daye, di 11'ê  Cotmehê a 1872'yan de li Londonê ji dayik bûye. Emîly, di serdemeke ku mafê perwerdê ji bo jinan sînordar bû li Zanîngeha Oxfordê mafê perwerdê bi dest dixe, di sala 1906'an de tevli tevgera  Yekitiya Jinan a Civakî û Siyasî (WSPU) dibe û piştre jî ji bo ku bikaribe hemû dema xwe ji bo bidestxistina mafê dengdayînê bi kar bîne dest ji karê xwe yê perwerdedayînê berdide. Emîly çend caran ji ber van kar û xebatên xwe tê girtin.  Emîly, di 4'ê Hezîrana 1913'an de diçe bi hevalên xwe re li Epsom Derby pêşbaziya hespên malbata Kraliyeta Ingilîzan temaşe bike, lê Emîly ji bo ku bala malabtê bikişîne ser mijara mafên jinan a ji bo dengdayînê dema ku pêşbazî dest pê dike xwe diavêje qada pêşbaziyê. Emîly li wê ji ber ku di bin lingê hespê de dimîne ji serê xwe birîndar dibe û di 8'ê Cotmeha 1913'an de jiyana xwe ji dest dide.  Piştî mirina Emîly bi 15 salan xeyala wê bi cih tê û li Ingilistanê di 1928'an de ji bo jinan mafê dengdayînê tê dayîn.    1928: Şanogera navdar a tirk Yildiz Kenter li Stenbolê hat dinê. Yildiz kenter di 17'ê Mijdara 2019'an de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da.    2012: Di 11'ê Cotmehê de ji aliyê welatên endamên Neteweyên Yekbûyê ve biryar hat dayîn ku ev roj ji 2012'an şûnde wekî "Roja Zarokên Keç a Cîhanê" bê îlankirin. Ev biryar li ser pêşniyara Tirkiye, Kanada û Peruyê ku ji bo mafên zarokên keç bê parstin hat girtin. Lê ev maf ji bo zarokên keç heta roja îro çiqas hatiye parastin an jî nehatiye parastin bi daneyan li holê ye. Li gorî daneyên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) her sal 2 milyon zarokên keç berî 12 saliya xwe tên zewicandan. Li cîhanê 32 milyon zarokên keç nikarin biçin dibistana seretayî û 29 milyon zarokên keç jî ji mafê perwerdya dibistana navîn bêpar tên hiştin. Li cîhanê her ji 5 zarokên keç yek jê berî 18 salî bibe diwelide.    2016: Tora Fare Network(tora edaletê) ku xebatên xwe yên li ser di futobolê de cudakariya zayendî dimeşîne, 6-20'ê Cotmeh kampanyaya (Hefteya Çalakiyan a li Dijî Zayendparêziya di Futbolê de) da destpêkirin. Kampanya li tevahiya cîhanê hemwext hat destpêkirin.   2018: Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 9 bajaran operasyona hat destpêkirin û rojnameger Kîbriye Evren a ku di nav kesn hatin binçavkirin de bû bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hat kirin û hat girtin.