9'ê Cotmeha 1998'an: Komploya li dijî Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan 2020-10-09 10:08:35   Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan komplo pêk hat.   Hin bûyerên di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:   1998: Li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komplo pêk hat.   2018: Di serdegirtinên malan ku li 8 bajaran pêk hatin di nav de rojnameger Kîbriye Evren, Semîha Alankuş jî heye gelekên wan jin ji 100 zêdetir kes hatin binçavkirin.   2018: Li Hevşaredara Pasurê Sadiye Suer ya HDP'yî ku di 5'ê Çileya 2017'an de ji peywirê hat girtin û bi îdaya "propagandaya rêxisitnê kiriye"  9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat birîn.   2018:Di çarçoveya operasyona ku li 9 bajaran hat destpêkirin de bi ser mala Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de hat girtin. Polîsên ku tu kes agahdar nekirin, derî şikandin û ketin hundirê malê.