25'ê Îlona 2017'an: Jinnews bi dirûşma "Bi pênûsa jinê li pê heqîqetê" derket rê 2020-09-25 12:51:13   Li cîhaneke baviksalarî ya ku gotina "Wekî jinekê tu huş be" tê kirin bi daneheviya jinan a gotin û nivîsandina jinê derdixe pêş di 25'ê îlona 2017'an de em wekî Jinnews'ê derketin ser rê.    Niha jinên bi JINNEWS'ê re dibêjin 'em bi dengê azadiyê li pê şopa heqîqetê dimeşin' bûn mîrateya têkoşîna azadiyê. Ajansa bi çar ziman û 2 zaravayan weşanê dike dibe dengê jinê.    Bûyerên din ên girîng ên di 25'ê îlonê de derketine pêş wiha ne:   1920:Parlamenter û şoreşgera Yugoslav Bozidarka Damjanovic-Markovic (Kîka) jiyana xwe ji dest da.    2015:Jina bi navê Saniye Ekti ya 76 salî ya li Gundê Hezroyê ji ber nan neda leşkeran hat binçavkirin.    2019:Komxebata yekem a Jîneolojiyê ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê ya Herêma Firatê cara yekem dest pê kir.