9'ê Tîrmeha 1937'an: Zarîfe û rêhevalê wê Elîşêr hatin qetilkirin 2020-07-09 14:41:14   Rêhevalên hevdu yên dilpak Zarîfe Xanim û Elîşêr ê ku hem şervan hem helbestkar li dijî polîtîkayên qirker ên mêtingeran mil dan hevdu û li berxwe dan. Li Koçgirî û Dêrsimê bûn pêşengên serîhildanê û 83 sal berê di encama îxaneta hevkaran de di 9'ê Tîrmeha 1937'an de di encama kemînê de koça xwe ya dawî kirin.   Sembola serîhildana Dêrsim û Koçgiriyê Zarîfe û Elîşêr di 9'ê Tîrmeha 1937'an de di encama kemînê de koça xwe ya dawî kirin. Bi vê yekê girêdayî qirkirinên piştî komkujiya Dêrsimê berdewam dikin.    Zarîfeya ku bi rêhevalê xwe Elîşêr re bi çeka xwe serî li dijî mêtingeran rakir di heman demê de li dijî polîtîkayên qirêj ên bişaftinê jî têkoşîneke bêhempa da. Haydarbûna ji dîrok û lehengên dîroka xwe rêyeke fireh li ber dewamiya doza mafdar vedike. Ger haya me ji dîroka me û lehengên dîroka me tune be ew ê bingeheke xurt ji encamgirtina polîtikayên qirêj ên bişaftinê yên neyaran re bê avakirin. Ji bo em bikaribin analîza siberoja xwe bi awayekî baş bikin divê em ji lehengên dîroka xwe yên wekî Zarîfeyan haydar bin.    Jêderka jiyana têkoşer   Zarîfe Xanim a ku bi mêran re tevlî civîn û nîqaşan dibû bû feyza jinên kurd. Li dijî polîtîkayên pişaftin û qirkirinê yên desthilatdaran heta hilma xwe ya dawiyê li berxwe da. Zarîfe Xanim bi wêrektî, jêhatîbûn, baqeliya xwe û hêza xwe ya rêxistinbûyinê di binhişiya Gelê Kurd de cihekî girîng girt. Zarîfe Xanim li dijî artêşa xwedî çekên pêşketî tenê bi çeka xwe ya destan û bi vîna xwe ya xurt li dîrokê navê xwe bi tîpên zêrîn dide nivîsandin. Zarîfe Xanim bi helwest û berxwedana xwe dibe jêderka jiyana têkoşer.