Ji ser Komkujiya Madimakê 27 sal derbas bû 2020-07-02 09:11:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro 2’yê Tîrmehê ye. Di ser komkujiya Madimakê ku 35 kes hatin qetilkirin de 27 sal der bas bû. Piştî 27 salan şûnde xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan, şahidiya efûya gumanbarê bûyerê ku bi efûya taybet a serokomar hat berdan kirin.   Qirkirina Ermeniyan, ya Rûman, ya Dêrsîm, ya 33 guleyan, ya Meletî, Mereş, Çorum, 1’ê Gulanê, Roboskê, Pirsûs, Enqere û gelek komkujiyên din. Yek ji komkujiyên herî bixwîn a di dîrokê de bi cih bû komkujiya Sêwasê bû. Komkujî di 2’yê Tîrmeha 1993’an de pêk hat.   Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) li Enqereyê di 1988’an de hat avakirin û her sal Şahiya Pîr Sultan Abdal pêk dianî û wê ya çaremîn pêk bianiya. Li gundê Banaz a Yildizelî ya Sêwasê wê bername di navbera 1-4’ê Tîrmeha 1993’an de pêk bihata.   Beriya bernameyê di Nîsana 1993’an de rêveberên komeleyê nameyek nivîsin û ji rêxistinan re, rewşenbîr, hunermend û nivîskaran re şandin. Di nameyê de banga piştevaniyê tê kirin. Rêveberên komeleyê piştgiriya wezareta çandê û walîtiya Sêwasê jî dixwazin. Bersiva erênî ji bo vê daxwazê tê dayîn.   Êrîşa bi rêxistinkirî   Di şeva 30’ê hezîrana 1993’an de bi sedan kes ji Enqereyê dikevin riya Sêwasê. Bernameya 1’ê Tîrmehê têr û tije derbas dibe. Di 2’yê Tîrmehê de bername saet di 10’an de dest pê dike. Amadekariya bernameyan tê kirin û di vê navberê de dengê êrîşan jî tên bihîstin. Êrîş bi rêxistinên êrîşan, belavkirina belavokan û hatina komên oldar a bajar tê fêmkirin. 2’yê Tîrmehê piştî nimêja înê êrîş dest pê dikin. Komên oldar li ber navenda çandê kom dikin û dirûşmên ‘Sêwas wê ji laîkan re bibe gor’, ‘ komar li Sêwasê hat avakirin, wê li Sêwasê bê hilweşandin’ tên berzkirin.   Hewldan bê encam dimînin   Demek kurt de hejmara koma êrîşkar digihêje 15 hezarî û berê xwe didin Otela Madimakê. Li dijî komkujiyê li rêveberên bajar, serokwezîr, serokomar, wezîr û parlamenteran digerin. Tevî hemû trafîka telefonê tenê 10 leşker û polîs tên cihê bûyerê.   Her ku dem derbas dibe tê fêmkirin ku wê otel bê şewitandin. Ji derve bi bîdonan benzîn dirjînin otelê. Piştî şewata li katê ewil ya otelê dertê agirkujê tê lê êrîşakar xortimên îtfayê dibirin.   Û 35 kes tên qetilkirin… 33 kes mîvan, 2 heb peywirdarên otelê, 35 kes li Madimakê tên qetilkirin. 51 kes birîndar dibe. 40 kes jî bêyî birîn xilas dibin.