Sembola berxwedanê: Zîlan 2020-06-30 09:07:44   Li Dêrsîmê di 30’yê Hezîrana 1996’an de Zeynep Kinaci (Zîlan) li dijî binpêkirin, îxanet û hevkariyê çalakî pêk anî û bû sembola berxwedana têkoşîna jina Kurd.   Zeynep Kinaci di 10’ê tebaxa 1971’ê de li gundê Elmali yê Meletiyê hat dinê. 7 xwişk û birayek bûn. Ya herî biçûk ew bû. Bi eslê xwe ji gundê Elmalî yê Meletiyê bû. Li Zanîngeha Meletiyê Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Derûnî ya Zanîngeha Înonu xwend. Piştî zanîngehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê xebitî.   Malbata Zeynepê di bin bandora feodal de bû û li aliyê din jî burjuvaya biçûk bûn. Di 1994’an de di meha tebaxê de li Edeneyê tevlî xebatan dibe û di 1995’an de tevlî PKK’ê dibe û navê Zîlanê digire.   Sala 1996’an pêvajoyeke ku rêveberiya Tirkiyeyê her cureyên mudaxaleya leşkerî û rêbazên kuştinên kiryar nediyar pêk dianî bû. Di 6’ê gulana 1996’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewldanek suîkastê pêk hatibû. Ev hewldan vala derketibû. Zîlanê wek bersiva ji bo van êrîşan ‘çalakiya herî mezin û watedar’ amade kir.   Di 1996’an de di roja dawî ya hezîranê de li Dêrsîmê roja înê bi merasîmê sirûd dihat xwendin. Zîlan bi kelecanek mezin li parqê rûnişt. Weke hêrsa salan di dilê wê de bû. Zîlanê li saeta xwe mêze kir û rabû ser piyan. Qêrinek ji Dêrsîmê hat. Ev qêrîna Zîlanê bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî Zîlanê bi van gotinan ew vegotibû ‘Zîlan manîfesto ye. Banga azadiyê ye.’