Reqsa Emma Goldman ji bo jinên cîhanê bû îlham 2020-06-27 09:09:16   Gotina ‘Şoreşa ku ez têde nareqisim, ne şoreşe’ ya Emma Goldman, niha ji aliyê hemû jinên cîhanê ve bi Las Tesîs pêk hat. Jin gotina Emmayê îro tevî hemû astengiyan dixin jiyanê.   Yek ji karekterên girîng a anarşîzmê ya girîng Emma Goldman 80 sal in ji nav me koç kiriye. Gotin û nirxandinên wê îro hîna jî rojevbûna xwe diparêze. Îro Emma 150 saliye û jin bi gotina wê ya ‘Şoreşa ku ez têde nareqisim ne şoreş e’ li qadan û di têkoşîna jinê de didin jiyîn.   Emma di 27’ê Hezîrana 1869’an de di gettoyeke Yahudî ya Rusyayê hat dinê. Emma 13 salî bû malbata wê bar kir St Petersburgê. Rûsya ji bo wan bi xeter bû. Beriya bar bikin Alexandre a 2’emîn hatibû kuştin. Yahudî bi komkujiyan re hatibûn rû hev. Ji ber vê dest ji dibistanê berda û dest bi xebatê kir. Pirtûka Nîkolay Çernîşevskî ya bi navê ‘Divê çi bê kirin’ bandorek mezin li wê kir.   Rola Emmayê   Bavê wê di 15 salî de hewl da Emmayê bizewicîne, Emmayê li dijî vê serî hilda û di 17 salî de bi daxwaza malbatê bi xwişkên xwe Helena, Lena re koçî bajarê Rochester a herêma Monroe ya New Yorkê kir. Bûyera Haymarket a di 1886’an de pêk hat têkiliya Emmayê bi anarşîzmê re xurtir kir.   Di bûyeran de 7 polîs mirin. 7 karker rastî cezayê darvekirinê hatin. Cezayê 2 karkeran veguhertin muebetê. Karkerekî întîxar kir. 4 heb jî hatin darvekirin. Vê bûyerê gelek bandor li Emmayê kir. Emma di 1887’an de bi karkerê fabrîkayê Jacop Kersner re zewicî. Lê demek kurt berdewam kir. Emmayê malbat û hevjînê xwe terk kir û çû New Yorkê. Li wir Alexander Berkman nas kir. Alexander yek ji fîgurên girîng a tevgera anarşîst a DYA’yê bû.   Reqsa Las Tesîs bi Emmayê re di rojeva jinê de ye   Îro gotinên Emmayê ji devê jinên di têkoşîna azadiya jinê de cih digirin, de ye. Di 25’ê Mijdara 2019’an de li Şîliyê di protestoyên li dijî hikûmetê de jinên femînîst bi wesîleya ‘Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Hember Jinê’ reqisin û ev li hemû cîhanê belav bû. Li Fransa, Ispanya û Kolombiyayê jin daketin kolanan. Dîmenên çalakiyê demek kurt de di çapemeniya civakî de belav bû û piştre li gelek weltan pêk hat. Jinên gotina Emmayê ji xwe re kirin rê, îro dîsa hedefa desthilatdariyê ye. Jinên bi dozên cuda re hatin rû hev, tevî hemû zîhniyetên serdest yên mêr qad terk nekirin…