21'ê Sibata 2013'an: Dayika Berfo jiyana xwe ji dest da 2020-02-21 14:41:15   Jina bi navê Berfo Kirbayir bi navê xwe yê dinê Dayika Berfo dayika Cemîl Kirbayir ê ku piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an di bin çavan de hat windakirin e. Dayika Berfo di heman demê de Dayika Şemiyê ye.    Dayika Berfo ya ku ji bo Cemîl 33 salan têkoşîn da di 21'ê Sibata 2013'an de di 106 saliya xwe de ji ber pençeşêra madê xwe jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dayika Berfo bi beşdarbûna Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan li navçeya Golê ya Qersê hat definkirin.    Berfoyê 33 salên dawiya emrê xwe bi gerandina ji bo hestiyên Cemîl derbas kir. Berfo tevî ku 105 salî bû çûbû dadgeha 12'ê Îlonê ya ku Kenan Evren ew ê bihata darizandin. Berfo berî ku jiyana xwe ji dest bide ev tişt gotibû:"Min 3 keç û 3 law anî dinyayê. Lawê min Cemîl şoreşger bû. Kengî me ji dewletê pirsa wî bikira digotin 'reviyaye û çûye'. Heta ku Parlamenterê AKP'ê Zafer Uskulu got Cemil di îşkenceyê de hatiye kuştin. Ji wê demê de ye ez li dû hestiyên zarokê xwe me."   Dayika Berfo wiha gotibû:"Ez êdî dixwazim bimirim lê heta ku ez hestiyên zarokê xwe nebînim û li ser gora wî dia nekim ew ê çavên min vekirî biçin. Serok soz dabû ku ew ê hestiyên lawê min bidîta. Ez li hêvî me ku soza xwe bîne cih. Daxwaza min e. Heger ez bêyî ku bibînim hestiyên Cemîl li ku veşartiye û ez bimirim cenazeyê min ranekin. Ez dixwazim bi zarokê xwe re li heman goristanê bêm veşartin."