89 sal li ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re derbas bû 2019-07-13 13:51:06   NAVENDA NÛÇEYAN - 89 sal li ser komkujiya Geliyê Zîlanê re der bas bû û di dîrokê de qetlîama herî mezin tê binavkirin.   Di ber êvara 12’yê tîrmeha sala 1930’an bi ser gundan de tê girtin û zarok, jin, kal û pîrikên 90 salî jî di nav de niştecihên 44 gundên heremê di Geliyê Zîlanê de kom dikin û di 13’yê tîrmehê de bi ser wan de gulê dibarînin. Komkujiya Geliyê Zîlanê ji komkujiyên herî mezin tê binavkirin. Di wê komkujiyê de sûcên dij mirovahiyên herî mezin pêk hatin.   Çem bi qasî 3 mehan xwîna mirovan sor herikî   Li gorî daneyên dewletê yên fermî herî kêm 15 hezar, li gorî çavkaniyên heremî 4-5 qat zêdetirê wê hêjmarî kurd di wê komkujiyê de hatin qetilkirin. Her wiha li gorî gotinên şahidên bûyerê bi qasî sê mehan Çemê Zîlanê ji xwîna mirovan sor diherike. Herêm bi mehan di bin dorpêçê de dimîne. Destûr nayê dayîn cenaze bên girtin û bên definkirin. Cenazeyên kurdan dibin xwarên kûçikan, dibin xwarinên lewirên kovî, dibin xwarinên teyr û torî.   Di sala 1950'an de qedexe rabû   Ji bo komkujiyan wan bi hemû heqîqeta xwe neyê fêmkirin geliyê Zîlanê weke herêma qedexe îlan dikin. 20 sal tu kes nekarî bikeve wê heremê û li hestiyên miriyê xwe xwedî derbikevin. Di sala 1950 de di serdema hikûmeta Menderes de qedexe radibe. Lê dîsa jî nahêlin kurd herin di wan gundan de bi cih bibin.   Afgan û Kirgiz li gund hatin bicihkirin   Geliyê Zîlanê 20 km li başûrê Erdîşa Wanê ye. Piraniya gundan li derûdrorê çemê Zîlanê ne. Ew herêma xweş û rengîn a ku bi hezaran sale wargeha kurdan bû dikin wargeha koçberên afganî û tirkên kirgiz. Di sala 1980’yî de dewletê koçberên afganî û hinek tirkên kirgiz tîne di wan gundên kurdan de bi cih dike.   Armanc guhertina demografiyê bû   Komkujiya Geliyê Zîlanê di pêvajoya serhildana Agîrî de bi destê dewletê pêk hat. Lewre mirov nekare derveyî serhildana Agirî bigire dest. Wekî ku di pêvajoya hemû serhildanan de tê dîtin ku armanca dewletê ne tenê kuştin û tasfiyekirina serhildêran bûye. Armanca wî ya sereke bi tevî serhildêran ve tunekirina malbat û aligirên wan hemûyan bûye. Her tim armanc tunekirina hişmendiya kurd bûye. Armanc guhertina demografiyê bû. (e-rojname)